01:34 26 Gulan 2018
Hilbijartin

Komîsyona hilbijartinê: Maweyê dengdanê nayê dirêjkirin bila her kes dengê xwe bide

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku maweyê dengdanê nayê dirêjkirin bila hemû hemwelatî dengê xwe bidin.

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê di daxuyaniya xwe de ragihand ku maweyê dengdanê nayê dirêjkirin bila hemû hemwelatî dengê xwe bidin. Dengdan îro sibê seet li 07:00an destpêkiribû û seet li 018:00an jî bi dawî dibe.

Berpirsê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê Elî Qadîr ji bo maweyê dengdanê daxuyaniyek da. Elî Qadîr di axaftina xwe de got: "Maweyê dengdanê bi tu awayî nayê dirêjkirin. Çimkî karê dengdanê bi sîstema elektronîk pêk tê û ev sîstem jî piştî seet 18:00an jiber xwe radiweste."

Elî Qadîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Encamên dengdanê piştî qedandina mawe bi du seetan em ê li navendên hilbijartinê eşkere bikin."

Bi heman mijarî:

Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
Ehmed Pîre: Em ji hilbijartina Kurdistanê re amade ne
Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê li hev kirin
Serokê Rosneftê: Li Kurdistanê ji bo projeyên nû dixebitin
Barzanî: Em nahêlin ew axa Kurdistanê bifiroşin
Etîketan:
Berpirsê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê, Elî Qadîr, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de