18:04 21 Gulan 2018
    Çekdar

    Milîtanan êrişî navenda dengdanê kir: Birîndar hene

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê hemwelatiyên ku dengê xwe didan hedef girtin.

    Li gor çavkaniyên herêmî ku dispêrên hêzên ewlehî yên Xaneqînê, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li gundê Cebare, Aştukanî, Îslah û Şêx Baveya girêdayî bajarokê Karatepeya Diyalayê bi çekên lûledirêj êrişî dengdêran kir.

    Li gor agahiyan di êrişa çekdarî ya milîtanan de 3 hemwelatiyên ku ji bo dengdanê çibûn ser sindoqan birîndar bûne. Herêma ku bûyer lê qewimî di navbera Xaneqîn û Diyala de ye û xelkê gund ji ereb 3u tirkmenan pêk tê.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê di meha nîsanê de vîdyoyekî dengî belav kiribû û ragihandibû wê navendên dengdan ê 12ê Gulanê û kesên ku deng bikar bînin bikin hedef.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistan û Iraqê pêvajoya dengdanê dest pê kir
    Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin
    Serokwezîrê berê: Li Iraqê piştî hilbijartina dê şerê navxweyî derkeve
    'BP û Iraqê peymanek ji bo petrola Kerkûkê îmze kir'
    Hikûmeta Kurdistanê: Me û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê li hev kir
    Etîketan:
    DAIŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de