05:34 22 Gulan 2018
    Bexda

    Ji balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hişyariya roja dengdanê

    © AFP 2018 / SABAH ARAR
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku dibe di roja hilbijartinên giştî yên parlamentoya Iraqê de li ser bingehên dengdanê êrîşên terorîstî bên kirin.

    Di daxuyaniya balyozxaneya amerîkî de hat diyarkirin ku zanyarî gihîştine ber destê berpirsên balyozxaneya Bexdayê ku planên êrîşên terorîstî li ser bingehên dengdanê li taxên Um-Elqura û Xezaliye li Bexdayê hene.

    Balyozxaneyê ragihand ku ji ber vê yekê çûnûhatina welatiyên amerîkî ji bo herdu navçeyan hatiye qedexekirin.

    Hêjayî gotinê ye, balyozxaneya amerîkî di dema dengdana hilbijartinan de ji bo Herêma Kurdistanê ti hişyariyeke ewlekariyê nedaye, lê ji bo Bexdayê ew hişyarî daye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Biryara ‘vekişandina Amerîkayê ji peymana nukleerî' ya bi Îranê re xeletî ye
    Demirtaş ji bo Elçi helbestek nivîsî
    Kûpaya Cîhanê ya 2018an wê bibe sahneyên bûyerên tekan e
    Amerîkayê qebûl kir ku Kînjalên rûsî bêhempa ne
    Merkel: Trump zirarê dide nîzama navdewletî
    Wezareta Rûsyayê: Li hin welatan ceribandinên çekên nukleerî tên veşartin
    Sûdan û Tirkiyeyê li ser cîbicîkirina peymanan li hev kir: Erdogan û Beşîr dicivin
    Etîketan:
    Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de