05:34 22 Gulan 2018
    Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir

    Dengdana taybet a pêşmerge û hêzên ewlekariyê bidawî bû: Beşdarî 72% e

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku pêşmergeyan, hêzên ewlekariyê û Heşda Şeibî jî dengê xwe dan, bi dawî bû.

    Dengdana taybet li saet 07.00ê sibehê li Iraqê û Herêma Kurdistanê destpê kiribû û Desteya Bilind a Hilbijartinên Iraqê berêvarê ragihand ku dengdana taybet bidawî bûye û sindoq hatine girtin.

    Hat ragihandin ku rêjeya beşdariya dengdana taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê 72% e.

    Rêjeya beşdariyê li Duhokê 78% bûye, li Hewlêr 81% bûye û li Silêmanî 67% bûye û li Kerkukê jî 66% bûye.

    Hilbijartinên giştî yên Iraqê 12ê Gulanê birêve diçin ku li Iraq û Herêma Kurdistanê 24 milyon hilbijêr dikarin deng bidin.

    Li parlamentoya Iraqê 239 kursî hene ku 46ê wan ji parêzgehên Herêma Kurdistanê Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê derdikevin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Amerîkayê bo Îranê dorpêçên nû
    Piştî serdana Moskowayê şandeke amerîkî serdana Barzanî kir
    Êrîş, birîndarkirin û fişar di dengdana herêmên nakok de: Du namzetên kurd birîndar in
    ‘Ji ber astengiyên Tirkiyê tehliyekirina milîtanên li Humsê hat texîrkirin'
    Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin
    Etîketan:
    Dengdana Taybet, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de