05:32 22 Gulan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Hêzên Iraqê dê bi awayekî daimî li Kerkûkê bin

    © REUTERS / Ofîsa Serokwezîriya Iraqê
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku hebûna hêzên Iraqê li herêmên nakok û bi taybetî li Kerkûkê dê daimî be û got, "eger careke din bi ser keve dê tawîzan nede kurdan da ku careke din bibe serokwezîr."

    Li gorî nûçeya K24ê, Ebadî bi televizyona Meyadînê re axiftiye û li ser pirsyara bê gelo demeke diyar ji bo hebûna hêzên Iraqê li herêmên nakok heye yan na got, "ew hebûn dê daimî be."

    Ebadî di wê hevpeyvînê de gotiye, "hêzên federal bi awayekî partîk li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê hene" û wiha dewam kir: Heta bi îstîxbarata Iraqê jî li herêmê ye."

    Li gorî nûçeyê, Ebadî diyar kiriye ku ev tişt ne bêyî rizamendiya kurdan pêk hatiye û wiha gotiye: "(Kurd) welatiyên iraqî ne û ti cudahî di navbera welatiyan de tine ne û em gelekî giringiyê didin vî tiştî."

    Serokwezîrê Iraqê wiha gotiye: Em dixwazin welatî bikin yek, ne bi zorê lê bi qanîkirinê."

    "EZ Ê TI TAWÎZAN NEDIM KURDAN"

    Ebadî di berdewamiyê de destnîşan kir ku nikare misogeriyan bide ku welatiyê kurd li welatî bimîne, eger bi rastî jî pê nehise ku ev welatê wî ye û wiha pê de çû: "Stûnek ji stûnên vê mijarê ew e ku em bi her kesî re di heman astê de bidin û bistînin û saziyên federal li her derê hebin."

    Li ser pirsyara bê gelo amade ye, ji bo damezirandina hikûmeta nû û piştgiriya erkdarkirineke nû, tawîzan bide kurdan, Ebadî got, " ez bi xwe dê nebim beşek ji vê. Ez bi birayên xwe yên li herêmê re axiftim. Min ji wan re got, 'ev ne çareserî ye'."

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl bi balyozê Rûsya yê li Iraqê re civiya
    Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
    Li Kurdistanê ji bo hilbijartinan Parlementoya Iraqê dema bangeşanê dest pê kir
    'Xiristiyanên Iraqê ji bo 5 kursiyan bi 7 lîsteyan tev li hilbijartinan dibin'
    Li Iraqê di dozên DAIŞê de ku 10 xulekan dom kir ji 300 kesî re biryara darvekirinê
    Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Sekretêrê Giştî yê NYyê li Iraqê Jan Kubis re civiya
    Etîketan:
    Heyder Ebadî, Kurdistan, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de