17:08 24 Gulan 2018
    Alaya Kurdistanê  û ya Iraqê

    Iraq: Roja hilbijartinan balafir ranabin, derî girtî ne

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku dê 12ê Gulanê li seranserê Iraqê balafirgeh û dergehên sînorî heta dawiya dengdanê girtî bin.

    Saziya Dergehên Sînorî ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê roja şemiyê ango 12ê Gulanê ku hilbijartinên giştî yên Iraqê birêve diçin, balafirxane û deriyên gumrikê 24 saetan girtî bin.

    Ji aliyê din hat zanîn ku hikûmeta Iraqê ji bo ewlekariya hilbijartinan maseya krîzê ava kiriye.

    '24 MILYON Û 200 HEZAR KES DENG DIDIN'

    Li Iraqê û Herêma Kurdistanê mafê 24 milyon û 200 hezar hemwelatiyan heye dengê xwe bidin ku gelheya Iraqê bi tevahî 38 milyon e.

    Piştî rûxandina rejîma Sedam Hûsên ji sala 2003yan ve ev cara çaremîn e li Iraqê hilbijartin li dar dikevin.

    Bi heman mijarî:

    Paşinyan: Nasîna Qerebaxê ya li qada navdewletî dê wê bi Ermenistanê re bike yek
    Trump gef li Îranê xwar: Dê tiştin bibin!
    Pûtîn û Netanyahu li Kremlînê li ser rewşa Rojhilata Navîn axivîn
    Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
    Mueydeyên li ser Îranê dê çiqasî bandorê lê bikin û kî dê herî zêde sûdê jê bigire?
    UAEA: Îran di mijara peymana bukleerî de berpirsiyariyên xwe bi cih aniye
    Piştî daxuyaniya HSDê, Hevpeymaniyê jî daxuyaniyek da: Em ê li gel hevparên xwe bin
    Etîketan:
    12 Gulan, Hilbijartin, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de