07:13 26 Gulan 2018
Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

Li Kerkûkê fermandarekî din ê Heşda Şeibî hat kuştin û 6 polîs jî birîndar bûn

© AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Kerkûkê fermandarekî Heşda Şeibî yê bi navê siltan Yasîn Hemdanî di êrişa çekdarî de hat kuştin.

Li gor çavkaniyên herêmî, fermandarê Heşda Şeibî yê bi navê Siltan Yasîn Hemdanî li nêzîkî bajarokê Dubiz ê Kerkûkê di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin. Li gor zanyariyan, Hemdanî erebekî sunî û fermandarê tabura 56 a Heşda Şeibî ye.

Herwiha li gundê Cihêş ê girêdayî navçeya Hewîceya Kerkûkê di navbera polîsan federal û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer derket û di encama pevçûnê de 2 jê efser 6 polîsên iraqî birîndar bûn. Polîsên birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansan birin Nexweşxaneya Giştî ya Kerkûkê.

Bi heman mijarî:

'BP û Iraqê peymanek ji bo petrola Kerkûkê îmze kir'
Berbijêrekî ereb ji ber cil û bergên kurdî li Kerkûkê xwe ji berbijêriyê vekişand
Hikûmeta Kurdistanê: Me û Iraqê ji bo petrola Kerkûkê li hev kir
Milîtanên DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzên iraqî kir: Leşkerên kuştî û birîndar hene
Milîtanan şevê din dîsa bi ser gelek herêmên Kerkûkê de girt
Etîketan:
Serokê Polîsê Federal ê Iraqê, DAIŞ, Siltan Yasîn Hemdanî, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de