11:15 24 Gulan 2018
    Ebadî û Yildirim

    Heyder Ebadî serdana Tirkiyeyê dike

    © Foto : Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya civîna çapemenî ya heftane de ragihand ku di demeke nêzîk de wê serdana Îran û Tirkiyeyê bike.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya civîna çapemenî ya heftane de ragihand ku di demeke nêzîk de ji bo nirxandina rewşa herêmê wê serdana Îran û Tirkiyeyê bike. Ebadî got: "Iraq li herêmê aktorekî bi bandor û girîng e û dixwaze bi hemû cîranên xwe re di nava têkiliyê de be."

    Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo têkiliyên Iraq û Siûdiyê got: "Divê xelkê Iraq û Erebistana Siûdî nêzîkatiya navbera herdu welatan bibînin."

    Herwiha Fermandarê Operasyonên Bexdayê Celîl el-Erebî jî di civîna çapemenî de ji bo ewlehiya hilbijartinê got: "Ji bo ewlehiya însan û hemû navendan planeke berfireh dimeşe û roja hilbijartinê wê hemû herêmên Bexdayê ji sedî sed biewle bin."

    Ji aliyê din ve Saziya Deriyên Sînor a Iraqê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku roja parlamentoyê wê hemû deriyên sînor ên bejayî, hewayî û deryayî girtî bin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ebadî xwediyê planên birçîhiştin ê li hemberî kurdan e'
    Devjeniya hilbijartinan di navbera Ebadî û PDKê de
    Ebadî: Balafirên me li Sûriyeyê li DAIŞê xist
    Ebadî ji bo propagandeya hilbijartinê li Silêmaniyê ye
    ‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de