07:07 26 Gulan 2018
Iraq - Bexda

Konvoya parlamenter rastî êrişa çekdarî hat

© AP Photo / Hadi Mizban
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî konvoya parlamenterê Iraqê Zeytun ed-Duleymî kirin. Duleymî ji êrişê rizgar bû, lê kurê wî birîndar bû.

Teqîn
© AFP 2018 / SABAH ARAR
Konvoya parlamenterê Koalîsyona Hêzên Netewî yên Iraqê ku yek ji tevgera herî mezin a suniyên Iraqê ye Zeytun ed-Duleymî rastî êrişa xwekujî hat. Duleymî ji êrişê rizgar bû, lê kurê wî birîndar bû.

Berdevkê Midûriyeta Ewlehî ya Bexdayê Tariq Ebdurrahman di axaftina xwe de got: "Xwekujekî rêxistina terorîst a DAIŞê li taxa ed-Dura ya Bexdayê êrişî konvoya ed-Duleymî kir."

Tariq Ebdurrahman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtanên ku li herêmê xwe veşartibûn piştî êrişa xwekujî bi çekan êrişî konvoyê kirin. Di encamê de ed-Duleymî ji êrişê rizgar bû, lê kurê wî birîndar bû. Hêzên ewlehî ji bo desterserkirina êrişkaran operasyon dane destpêkirin."

Bi heman mijarî:

Barzanî: Em ê li Bexdayê ji bo misogerkirina du daxwazan bixebitin
Barzanî: Em ê wekî aliyên Kurdistanî bi hevpeymaneke yekgirtû biçin Bexdayê
Amerîkayê biryargeha xwe ya navendî ya li Bexdayê hilweşand
Bexdayê mûçeyên Herêma Kurdistanê şandin
Iraq: Agahiya me ji rêkeftina Tirkiye û Bexdayê ya li dijî PKKê tune ye
Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
Etîketan:
DAIŞ, Berdevkê Midûriyeta Ewlehî ya Bexdayê, Tariq Ebdurrahman, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de