01:38 26 Gulan 2018
Heşdî Şebî

Ji Cibûrî bo Heşda Şeibî: Ya tevlî hêzên ewlehî bibin an jî vegerin malên xwe

© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Parlamentoya Iraqê Selim Cibûrî di axaftina xwe de ji bo milîsên şîî yên Heşda Şeibî got: "Yan wê tevlî hêzên ewlehî bibin an jî dê vegerin malê."

Serokê Parlamentoya Iraqê Selim Cibûrî di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Al Ghad a urdinî de ji bo milîsên Heşda Şeibî got: "Li cihekî ji xeyrî hêzên ewlehî hebûna milîsên çekdar aştiya netewî dixe zahmetiyê."

Selim Cibûrî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Biryareke şaş bû ku ji xeyrî hêzên ewlehî hêzeke din were çekdarkirin. Divê ev milîsên çekdar tevlî hêzên fermî yên dewletê bibin û rêyeke din li ber wan tuneye. Milîsên Heşda Şeibî di tekoşîna dijî terorê de roleke mezin lîstin, lê niha rewş cuda ye. Yan dê tevlî hêzên leşkerî bibin an jî ji ber xizmeta wan dê werin xelatkirin û vegerin malên xwe."

Bi heman mijarî:

'Di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de şerekî giran rû dide'
Heşda Şeibî nahêle xebatên hilbijartinê li Şingalê bikin’
Rêvebirekî bilind ê Heşda Şeibî di êrişa çekdarî de hat kuştin
'Heşda Şeibî nahêle aliyên siyasî propagandaya xwe bike'
Heşda Şeibî namzedê xwe yê serokwezîrtiyê eşkere kir
'Heşda Şeibî fişaran li xelkê dike ku deng bidin namzetên wan'
Etîketan:
Serokê Parlamentoya Iraqê, Selim Cibûrî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de