05:13 25 Gulan 2018
    Serokê DAIŞê Ebûbekîr el Bexdadî

    ‘Bexdadî sax e û 30 km nêzîkî Iraqê ye’

    © Flickr / Thierry Ehrmann
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî sax e û li devereke 30 kîlometreyan nêzîkî sînorê Iraqê dimîne.

    Berpirsê Beşa Nakotîkê yê Iraqê Ebû Elî Basrî ji televizyona amerîkî Fox Newsê ragihand ku li gor zanyariyên dawî yên gihîştine ber destê wan Bexdadî gundê Hecîn ê bajarê Sûriyeyê Dêrazorê ye.

    Li gor rayedarê iraqî Bexdadî bi qasî 30 kîlometreyan nêzîkî sînorê Iraqê dimîne ku ew agahî gihîştiye ber destê wan û dema ew operasyona hewayî pêk bînin jî dê Rûsya, Sûriye û Îranê pê agahdar bikin.

    Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê Yehya Resûl jî derbarê mijarê de da xuyakirin ku ew dê 25 milyon dolaran xelatê bidin yên ku ji bo desteserkirina Bexdadî bibin alîkar û got, serokê DAIŞê hewil dide di navbera sînorên Iraq û Sûriyeyê de bimîne.

    Resûl destnîşan kir, "Li nav çolên Sûriyeyê xweveşartina Bexdadî ne karekî zehmet e jê re."

    Bi heman mijarî:

    Cendermeyan dest danî ser 7 ton masiyên Gola Wanê
    Li Sûriyê helîkoptera şer a Rûsyayê ket: Her du pîlot mirin
    Koşka Spî: Trump destpêkirina heyama nû ya seroktiya Pûtîn pîroz kir
    Trump biryara xwe ya Îranê eşkere dike
    Li Hatayê gule bi ser polîsan de reşandin: 2 polîs birîndar bûn
    Almanya û Fransayê soza piştgiriyê da peymana nukleerî ya Îranê
    Li Sîdekanê di navbera Artêşa Tirk û PKKê de şer derket
    Etîketan:
    DAIŞ, Bexdadî, Iraq, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de