21:01 22 Gulan 2018
    Êrişa kêrî

    Namzedê parlamenteriyê di êrişê de hat kuştin

    CC0
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Faruq Muhammed Zerzur ku ji partiya Heyder Ebadî bibû namzede parlamenteriyê li Mûsilê li mala xwe di êrişekê de hat kuştin.

    Li gor çavkaniyên herêmî ku ji rêxistinên ewlehî hatine bidestxistin, şevê din grûbeke ku nasnameya wan nediyar bi ser mala Faruq Muahmmed Zerzur ya gundê Lezagey a navçeya Geyareya Mûsilê de girtin.

    Muhammed Zerzur di encama êrişa kêrî de canê xwe ji dest da û li gor agahiyan berê jî çend caran bikuştinê hatibû tehdîdkirin. Zerzur endezyarê çandiniyê bû û ji lîsteya Tifaqa Neteweyî ya Iraqê bibû namzed.

    Zerzur herî dawî di vîdyoyeke kul i ser medyaya civakî parvekiribû de ragihandibû ku wê Tifaqa Neteweyî ya Iraqê li Mûsilê biser bikeve û herî kêm dê 6 parlamenteran derxîne.

    Bi heman mijarî:

    'Em destûr nadin ti kes destdirêjiya Iraqê bike'
    Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin
    Fermandarê Pêşmerge: Yên ku Pêşmerge tawanbar dikin, nikarin mafê kurda li Iraqê biparêzin
    Li Kurdistanê ji malbatekê 5 kes ji bo Parlamentoya Iraqê bûne namzed
    Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
    Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
    Etîketan:
    namzedê parlamenteriyê hat kuştin, Faruq Muahmmed Zerzur, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de