17:04 26 Gulan 2018
Mûsil

Di çend mehên dawî de 950 cesed hat deranîn

© AP Photo / Felipe Dana
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji Mûsila kevn di nava 9 mehên dawî de 950 cesed deranîn. Li gor agahiyan piraniya cesedên ku tên derxistin milîtanên DAIŞê ne.

Hêzên ewlehî yên Iraqê Tebaxa 2017an Mûsil ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar kir, lê hê jî şopên şer dewam dikin. Mûsilî ji aliyekî ve hewl didin tevlî jiyana rojane bibin û ji aliyê din ve jî şopên şer ji holê radike.

Li gor nûçeya rojnameya New York Timesa amerîkî, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji Mûsila kevn di nava 9 mehan de 950 cesedên ku piraniya wan aîdî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ye deranîn.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku ji ber ti kes xwediyê li cesedan nake tespîta wan bi giranî dimeşe. Cesed di mirûra demê de dirizin û tenê rêya testên DNAyê ku tespîta nasnameyan were kirin dimîne. Tîm ji cesedan nimûneyan digrin û wêneyên wan dikşînin. Şaredariya Mûsilê di nava çop û molozan de li cesedan digere, ji bo ku dibe perçeyên cesedan mabin û ev nebe sedema nexweşiyân.

Bi heman mijarî:

Muhsin Seidûn: Ez bawer nakim kesek li ser Mûsilê were bidarvekirin
'Neh partiyên kurdî li Mûsilê tev li hilbijartinan dibin lê tenê YNKê vegeriyaye'
‘DAIŞ amadehiya dagirkirina Mûsilê dikê'
Rêya Duhok û Mûsilê piştî 4 salan vebû
Cîgirê waliyê Mûsilê yê berê li Stenbolê hatiye revandin
Etîketan:
Li Mûsilê lêgerîna cesedan, DAIŞ, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de