07:56 25 Gulan 2018
    Bajarê Kerkûkê

    Li Iraqê herî zêde li Kerkûk û Neynowayê mafên mirovan hatine binpêkirin

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîsyona Mafên Mirovan a li Iraqê derbarê binpêkirina mafên mirovan ên li Iraqê raporek eşkere kir û tê de diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan herî zêde li bajarên Kerkûk û Neynowayê rûdaye.

    Li gorî nûçeya Basnewsê Endamê Encûmena Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê Elî Beyatî îro li ser binpêkirina mafên mirovan a li Iraqê raporek belav kir û diyar kir ku di nav 4 mehên borî de hezar û 114 caran binpêkirinên mafên mirovan li parêzgehên Iraqê û derveyî sînorên Herêma Kurdistanê rûdane.

    Elî Beyatî got, "Ji destpêka îsal heta dawiya meha Nîsanê ya 2018a li hemû parêzgehên Iraqê û derveyî Herêma Kurdistanê hezar û 114 caran binpêkirinên mafên mirovan hatine tomarkirin.''

    Beyatî herwisa anî ziman ku parêzgeha Neynowayê bi 451 binpêkirinên mafên mirovan, bûye cîhê herî zêde binpêkirin lê hatine tomarkirin û got, di rêza duyem de jî bi 449 binpêkirinan Kerkûkê cih digire. Binpêkirin herî kêm jî li bajarên Semawe, Zîqar û Wastê hatine tomarkirin. Di raporê de hejmara binpêkirinên li bajaran wisa cih girtin: "Li parêzgeha Bexdayê 138, li Selahedînê 19, li Diyalayê 15, li Besreyê 11, li Babilê 9, li Kerbelayê 5, li Enbarê 4, li Musena, Zîqar û Wastê jî binpêkirinek hatine tomarkirin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge: Yên ku Pêşmerge tawanbar dikin, nikarin mafê kurda li Iraqê biparêzin
    Li Kurdistanê ji malbatekê 5 kes ji bo Parlamentoya Iraqê bûne namzed
    Mesûd Barzanî bi balyozê Îranê yê li Iraqê re civiya
    Etîketan:
    Endamê Encûmena Bilind a Mafên Mirovan, Elî El Beyatî, Kerkûk, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de