20:59 22 Gulan 2018
    Artêşa leşkerî

    Milîtanan êrişî artêşê kir: 2 kuştî, 7 birîndar û komek leşker jî esîr hat girtin

    © REUTERS / Erik De Castro
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihnadin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Gulale ya bajarê Xaneqînê êrişî artêşa Iraqê kirin. Di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 7 birîndar bûn.

    Li gor nûçeya K24ê, şevê din milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din li herêma Gulale ya bajarê Xaneqînê ji sê aliyan ve êrişî artêşa Iraqê kir. Li gor agahiyan di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin,7 leşker birîndar bûn û baregeha hêzên iraqî bi temamî hatiye şewitandin.

    Herwiha di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku komek leşkerên artêşa Iraqê ji aliyê terorîstên DAIŞî ve êsîr hatine girtin.

    Derbarê bûyerê de hê ji aliyê rêvebiriya Bexdayê ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Hêzeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihişt Şingalê
    Heşda Şeibî êdî hêzek fermî ya Iraqê ye û wek artêşa Iraqê wê bê nişandan
    Wê li Hewlêrê roja bêhnvedana avabûna artêşa Iraqê bê protestokirin
    Artêşa Iraqê dest bi operasyona leşkerî kir
    Artêşa Iraqê gundên kurdan bombebaran kir
    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li dijî DAIŞê operasyoneke mezin birêve dibin
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, DAIŞ, Xaneqîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de