18:11 21 Gulan 2018
    Bexda

    Milîtanan bi çekan êriş kir: 2 jê polîs 8 kuştî û 12 birîndar

    © REUTERS / Khalid al Mousily
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Bexdayê bi awayekî rasthatî gule bi çekan êriş kir, di encama êrişê de 2 jê polîs 8 kes hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên nexweşxaneyên dewletê hatine bi dest xistin, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li navçeya Tarimiyye ya Bexdayê bi çekan êriş pêk anî. Di encama êrişa rasthatî de 2 jê polîs 8 kesan canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

    Yek ji berpirsê Midûrê Ewlehî yê Bexdayê Numan Hamid ez-Zuheyri di daxuyaniya xwe de ragihand ku milîtanên terorîst li navenda navçeya Tarmiyeyê bi awayekî rasthatî gule li derdorê reşandin.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku Iraq ji DAIŞê hatiye paqijkirin, lê hê jî DAIŞê li Bexda û li herêmên derdora Kerkûkê êrişan pêk tîne.

    Bi heman mijarî:

    4 tirk û 6 Sûriyeyî ji DAIŞê hatin binçavkirin
    Li Iraqê 19 jinên rûsî bi tewanbariyî endamtiya DAIŞê bi muabbetê hatin cezakirin
    FSBê li Moskowayê bergiriya êrişên DAIŞê yên plankirî kir
    Milîtanên DAIŞê li Kerkûkê êrişî hêzên iraqî kir: Leşkerên kuştî û birîndar hene
    HSD: Operasyona li dijî DAIŞê ya li Dêre Zorê dest pê nekir
    Etîketan:
    DAIŞê li Bexdayê êriş pêk anî, Numan Hamid ez-Zuheyri, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de