05:37 22 Gulan 2018
    Iraq- Hilbijartin- Ebadî

    'Em di hilbijartinan de bi ser kevin, dibe em federasyonekê li gel Îranê damezirînin'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamê payebilind ê hevpeymaniya Fetihê ya Heşda Şebî roja duşemê pêşbîn kir ku serokwezîrê Iraqê yê bê ji nava hevpeymaniya Îranê piştgriya wê dike were hilbijartin û got, "eger hevpeymanî di hilbijartinan de bi ser keve, dê li ser avakirina konfederasyoneke li gel Îranê bifikire."

    Rehîm el Deracî bi televizyona el Ehdê re axift û got, hevpeymaniya hilbijartinê ya bi navê El Fetihê ji gelek komên milîsên şîî pêk tê ku Îran piştgiriya wan dikin û têkiliyên wan ên nêzîk bi Îranê re hene.

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Deracî gotiye"Eger Hadî el Amirî(Serokê Hevpeymaniya Fatihê) di hilbijartinên parlementoyê de bi ser keve, Iraq dê bi awayekî federal bi Îranê ve were girêdan."

    Herwiha Deracî diyar kiriye ku hikûmeta bê dê ji 'wan cîhadîstan' pêk were ku li gel Îranê di sala 80yî de li dijî rejîma Îraqê ya berê ya Sedamî şer dikir.

    Derajî destnîşan kiriye ku hemû kesayetên di nava lîsteyên hilbijartinê yên şîî de û namzetên serokwezîriya Iraqê xwedan "têkiliyên baş li gel Îranê ne".

     

    Bi heman mijarî:

    HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
    Li bajarê Diyalayê di navbera Artêşa Iraqê û DAIŞê de şer derket
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê 9ê Nîsanê roja azadkirina Iraqê weke betlane ragihand
    Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê: Qayimkirina têkiliya Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya me de ye
    DAIŞê êrîşeke mezin bir ser hêzên Iraqê yên li Kerkûkê
    Balyozê berê: Îran hewl dide bi milîsên xwe bandorê li hilbijartinên Iraqê bike
    'DAIŞê li Iraqê kontrola navçeyekê bi dest xist: Gelek kuştî û birîndar'
    Etîketan:
    Hevpeymaniya Fatihê, Heşda Şeibî, Hadî el Amirî, Rehîm Deracî, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de