16:49 20 Gulan 2018
    Iraq  - leşkerê amerîkî

    Amerîkayê biryargeha xwe ya navendî ya li Bexdayê hilweşand

    © AP Photo / Susannah George
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêza Operasyonên Biryardariya Yekgirtî ya Bejahî ku di bin banê Hevpeymana Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ye, bi hinceta ku ‘têkoşîna mezin dawî bûye’ biryargehên xwe yên navendî yên li Bexdayê hilweşandin.

    Di daxuyaniya Hêza Operasyonên Yekgirtî yên Amerîka pêşengiya wan dike de, hat ragihandin ku ji ber gihîştine dawiya têkoşîna mezin a dijî DAIŞê wan çalakiyên xwe bi merasîmeke fermî bidawî anîne.

    General Walter Piatt di merasîma hilweşandina biryargehan de spasî li hêza yekgirtî ya operasyonan kir û diyar kir ku wan heta niha ji bo rizgarkirina 4,5 milyon hemwelatiyên Iraqê piştgiriya operasyonan kiriye.

    Berdevkê operosyanên hevbeş Tumgeneral Yahya Resul jî da xuyakirin, têkoşîna serkeftî ya hêzên hevpeymanan û welatên wan hêjayî pesindanê ye.

    Bi heman mijarî:

    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Zaxarova: Medyaya Rojavayê çavdêrên sûriyeyî yên ku rastî vegotin jehrî kir
    'Sivîlek li bakurê Kerkûkê kuştî hat dîtin'
    Etîketan:
    Bexda, Hilweşandina biryargehên amerîkayê, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de