11:50 23 Gulan 2018
    Bajarê Kerkûkê

    ‘Em bi ti awayî nahêlin pêşmerge vegere Kerkûkê’

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Iraqê yê ji rewşa Kerkûkê berpirsiyar Meîn Seedî ragihand ku ew bi ti awayî rê nadin pêşmerge vegere parêzgeha Kerkûkê.

    Fermandarê plana sepandina yasayê yê hêzên dijîterora Iraqê li parêzgeha Kerkûkê Mein Seedî di civîneke rojnamevanî de, bersiv da nûçeyên li ser vegera pêşmerge bo Kerkûkê.

    'HÊZÊN HEVPEYMANÊ Û IRAQÎ BIHEVRE BINGEHÊN DENGDANÊ DIPARÊZIN'

    Seedî got ku pêşmerge venagerin Kerkûkê û da zanîn, hêzên asayîşa Kerkûkê amadekariyên xwe ji bo parastina parêzgehê li roja hilbijartinan, bi dawî kirine û di amadebaşiyê de ne.

    Mein Seedî herwiha diyar kir ku hêzên hevpeymana navdewletî û yên Iraqê dê roja hilbijartinê bingehên dengdanê biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Gazproma rûsî li Kurdistanê hilberîna xwe zêde kir
    Yekem bernameya hilbijartinê ya Erdogan hat eşkerekirin
    Mike Pompeo bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê
    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat
    Lîderên Koreya Bakûr û Koreya Başûr wê li ser sînor darekê biçînin
    Dibe ku xelata Nobelê ya 2018an îsal neyê dayîn
    Etîketan:
    Hilbijartin, Kerkûk, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de