18:02 21 Gulan 2018
      Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, piştî ku duh serdana Silêmanyê kir ghîşt Hewlêrê û li balafirgeha hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikumeta herêma kurdistanê ve hate pêşwazîkrin û bihevre civînek lidarxitin, piştre li hola Seid Ebdullah de gotarek bo hejmareke xelkê Hewlêrê pêşkeş kir.

    Di gotara xwe de Ebadî tekez kir û got "heke weku lraqî yek bigrîn em biser hemû astengiyan de biser dikevîn û îşaret da serkeftinên hêza pêşmerge û artêşa lraqê bi ser daişê de û pesnê rola wan kir û xuyakir ku em niha li hember qonaxeke nû ne, ew jî qonaxa xizmetkariyê ye. Ebadî destnîşanî gendeliya li lraq û herêma kurdistanê kir û got "eger gendelî nebûya daiş nêzî Hewlêrê nedibu û eger gendelî nebûya herêma kurdistanê hevrişî, rastî vê kirîza aborî nedibu û bi milyaran dolar li lraqê ji ber gendeliyê hatine berzekirin û gendelî derdê lraqê ye, lê piştî ku şerê daişê bi dawî bû şerê me dê ligel gendelkaran destpê bike.

    Serokwezîrê lraqê bahsa mûçeyên fermanbarên herêmê kir û got "me mûçe şandin lê dema hurgulî li ser lîsteyên wan hatiye kirin got "biratiya kurd û ereba wê berdewam be û baştirkirina rewşa jiyana welatiyan armanca sereke ya me ye û hîç bajarekê lraqê nîne ku tenê netewe û olek tê de be, Bexda kurd û ereb, şîe, sûnî, mesîhî û tirkmen tê de dijîn û hemû bajarên lraqê bi vî awayî ne û hêza me ya lraqî di yekgirtina me de ye.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî ji bo propagandeya hilbijartinê li Silêmaniyê ye
    ‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
    Ebadî: Me ji bo Şingalê peyameke zelal da PKKê, lê em dest nadin alîgirên wan
    Etîketan:
    aborî, mûçe, gendelî, Iraq, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de