17:03 26 Gulan 2018
Xemilandina nivîsgehê ya bi wêneyên serokwezîr Heyder Ebadî

Ebadî ji bo propagandeya hilbijartinê li Silêmaniyê ye

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo propagandeya hilbijartina giştî a Iraqê gihişte bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Heyder Ebadî li Hotel Grand Millenium a li Silêmaniyê beşdarî merasîma nasandina namzedên hevpeymaniya xwe bû. Ebadî di merasîmê de 9 namzedên Silêmaniyê ji bo hilbijartinên Parlementoya Iraqê nasandin û di axaftina xwe de diyar kir ku Iraq ji bo hemû neteweyan e û serdema dîktatoriyetê bi dawî bûye.

Hêjayî gotinê ye ku di vê hilbijartinê de çend kurd di nav lîsteyên erebî de cihê xwe girtine, ji ber vê yekê lîsteyên erebî bi vê rêyê deriyekî vekirine ji bo vegera Herêma Kurdistanê û bi rêya namzedên kurd, hewl didin dengên kurdan ji bo Parlementoya Iraqê bi dest bixin.

Wek tê zanîn 26 namzedên Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê hene. 9 namzed li Hewlêrê, 10 li Silêmaniyê û 6 jî li Duhokê.

 

 

Bi heman mijarî:

‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
Ebadî: Komîsyona hilbijartinan ne serbixwe ye
Ebadî: Me ji bo Şingalê peyameke zelal da PKKê, lê em dest nadin alîgirên wan
Ebadî: Di navbera Amerîka û Îranê de em nabin alîgir
Ebadî: Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Silêmanî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de