14:16 23 Gulan 2018
    Helepçe

    Wezîrê iraqî: Me di sala 1988an de li Helebceyê çekên kîmyewî dîtin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Cefer derbarê mijara çekên kîmyewî de anî ziman ku ew li dijî çekên kîmyewî ne û got, me dît di sala 1988ande li diijî kurdan hat bikaranîn û bû sedema kuştina 5 hezar kurdan.

    Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Cefer li bajarê Brukselê yê paytexta Belçîkayê beşdarî konferanseke li ser Sûriyeyê bû.

    Li gorî nûçeya K24ê Îbrahîm Cefer piştî konferansê ji bo rojnamegeran derbarê mijara çekên kîmyewî de axivî û got, me bi xwe bikaranîna çekên kîmyewî dît û ji ber vê yekê ti kes nikare ji me re behsa metirsiya wan çekan bike.

    Cefer got, "Eger îro hinek kes bi kitêban behsa çekên kîmyewî dikin, me bi çavên xwe dîtin. Di sala 1988a de çekên kîmyewî li dijî kurdan hat bikaranîn û 5 hezar kurd şehîd bûn."

    Bi heman mijarî:

    Iraqê ji Herêma Kurdistanê re 317 milyar dînar şand
    Sedir: Boykotkirina hilbijartinan tê wateya radestkirina Iraqê bo dizan
    Iraqê encama êrîşên xwe yên li Sûriyeyê ragihand
    ‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
    '500 şervanên YBŞê bi ser hikûmta Iraqê ve hatin girêdan'
    Etîketan:
    çekên kîmyewî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Îbrahîm Ceferî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de