18:02 21 Gulan 2018
    Dirav, Dînarê Iraqê

    Iraqê ji Herêma Kurdistanê re 317 milyar dînar şand

    © Foto : Public Domain
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Bexdayê beşek ji pereyên pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya Iraqê şandiye Hewlêrê û wê hefteya pêşiya me dest bi belavkirina mûçeyên meha diduyan ê fermanberan bê kirin.

    Li gor nûçeya Rûdawê çavkaniyekê ji Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: "Ew 317 milyar dînarê ku hikûmeta Iraqê re her meh ji bo dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dişîne, gihîştiye Hewlêrê."

    Heman çavkaniyê diyar kir, ku mûçeyên meha diduyan yên wezaret û saziyan dê li gorî sîstema nû ya mûçeyan werin dayîn û got: "Ji hefteya bê ve dest bi parvekirina mûçeyên meha du tê kirin û destpêkê jî dê mûçeyên wezaretên perwerde û tenduristiyê werin dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Ji Macron peyama 1915an: Fransa, Rûsya û Brîtanyayê hîn wê demê wek sûc pênase kirin
    Trump ji bo bûyerên 1915an ên 'qira ermenan' got, felaketa mezin!
    Li Rihayê 5 kes hatin girtin
    Îran: Em li Sûriyê piştgiriyê nadin ti kesî
    Amerîka: YPG ji bo şerê DAIŞê bike ji nû ve vedigere herêma Firatê
    Etîketan:
    Dînar, Mûçe, kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de