05:37 22 Gulan 2018
    Mizgefta Mûsilê

    Mizgefta ku Bexdadî tê de weiz dabû tê restorekirin

    © AFP 2018 / Zaid al-Obeidi
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mizgefta li Mûsilê ya ku Serokê DAIŞê Ebubekir el Bexdadi lê xelîfetiya xwe îlan kiribû, di şerê Mûsilê ji aliyê DAIŞê hatibû xerabkirin. Îmarata Erebî ji bo çêkirina mizgeftê bi milyonan dolar pere da.

    Mizgefta bi navê Nûrî ya li Mûsilê di şerê paqijkirina DAIŞê de xerab bibû. Taybetiya vê mizgehtê ew bû ku Bexdadî tê di 2014an de tê de weiz dabû xîlafetiya xwe îlan kiribû. Di çarçoveya ji nûve avakirina Mûsilê de hikûmeta Iraqê û  Îmarata Erebî gotin ku wê Mizgefta Nûrî ji nûve restore bikin.

    Mizgeft di sala çûyî de di dema ku leşkerê Iraqê ketin Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatibû xerabkirin. Wezîrê Karê Çandî yê îmarata Erebî Noura al-Kaabi ragihand ku "lazim e Mûsil ku mîrasa dîrokî ye were parastin û ji nû ve bê îmar kirin. Ji bo vê jî Îmarata Erebî 50 mîlyon dolar bexşandiye."

    Mizgefta Musilê ya Nûrî di sala 1146an de ji aliyê fermandarê Selçûkiyan yê Helebê Nûrettîn Zengî ve hatiye çêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Şaredarê MHPyî plakeya Mûsil û Kerkûkê derxist
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    Parlamentarê AK Partiyê, rêya destwerdana Mûsil û Kerkûkê nîşan da
    'Emîrê DAIŞê ku Mûsil dagir kiribû hat kuştin'
    Etîketan:
    Bexda, Daiş, mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de