18:07 21 Gulan 2018
    Posterê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Di lîsteya serokwezîrê lraqê de li Hewlêrê 8 namzedên kurd hene

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Di lîsteya serokwezîrê lraqê Heyder Ebadî li hersê parêzgehên herêma Hewlêr û Silêmanî û Duhokê namzetên xwe yên kurd hene. Xalid Caf yek ji namzetê lîsteya serokwezîrê lraqê ye, "Min xwe kiriye namzet wek ku endezyarek ji bo alîkariya herêma kurdistanê bikim, prisgirêkên navbera herdu hikumetan de çareser bikin."

    Xalid Caf yek ji namzetê lîsteya serokwezîrê lraqê ye li Hewlêrê bo Sputnîk kurdistan raghand, "Ez kesekî kurdim, lê berê ez şîretkarê hikumeta lraqê bûm bo karwên têhin û xuzeyê û hemahengkar bû ligel hikumeta herêma kurdistanê, min xwe namzet kiriye wek ku endezyarek ji bo ku alîkariya herêma kurdistanê bikim di warê şehrezaya xwe de. Min xwe li Hewlêrê kiriye namzet ji ber ku Hewlêr girîngya xwe heye û paytexta herêmê ye û lîsteya me ku bi navê lîsteya îtîlafa serkeftinê ye (nesir) li Hewlêr û Duhok û Silêmaniyê namzetên xwe, li Hewlêr 8 namzet hene 4 ji wan jinin, eger xelkê Hewlêrê baweriyê bi de lîsteya me, em ê hemû hewlekê bidin ji bo çareserkirina pirsgrêkên di nêvbera herêma kurdistanê û hikumeta lraqê de bitaybetî pirsa mûçeyên fermanberan û madeya 140 û tevaya pirsgrêkên welatiyên herêmê.

    'TI KES LI SER ME FIŞARÊ NAKIN Û RÊ LI BER ME NAGRIN'

    Herwiha di bersiva pirsyarekê de gelo hun dikarin li Hewlêrê bi azadî bangewaziya helbijartinan bikin, namzetê lîsteya Ebadî got, "Belê ti fişarek li ser me nîne û kes rê ji me nagre û em bi azadî karê xwe yê rojane dikin û di nav gel de em bangewaziya xwe dikin û me destûra vekirina nivîsngehên bi fermî ji hikumeta herêma kurdistanê wergirtiye û ti pirsgrêkên me tune ne."

    'HIN KESÊN KU LI BA ME DERBAS DIBIN GOTINÊN NEXWEŞ DIKIN'

    Dema Sputnik Kurdistan serdana nivîsgeha lîsteya Nesr ya serokwezîrê lraqê li Hewlêrê kiriye, hin karkerên kurd ji bo çêkirina poster û xemilandina nivîsgehê bi wêneyên serokwezîr Heyder Ebadî, lê ya ku hatiye têbînîkirin hinek welatî li dema li cem wan karkeran re derbas dibun xeber û axaftİnên nexweş ji wan re digotin û Sputnîk kurdistanê pirsyar ji wan karkeran kir ev çi ye? Gotin, "Wellahî gellek welatî dema li ba me derbas dibin û dibînin em kar bo nivîsgeha Ebadî dikin axaftinên nexweş dikin."

    Xemilandina nivîsgehê ya bi wêneyên serokwezîr Heyder Ebadî
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Xemilandina nivîsgehê ya bi wêneyên serokwezîr Heyder Ebadî

    Bi heman mijarî:

    120emîn salvegera rojnamegeriya kurdî û Rojnameya Kurdistan
    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
    "Dibe ku ji ber gotina ‘Kurdistan’ê mafê parlementeriyê ji Baydemirî bê stendin”
    Kurdistan: Tu carî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re qut nebûne
    Etîketan:
    namzet, kurdistan, serokwezîr, hilbijartib, Xald Caf, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de