20:57 22 Gulan 2018
    F-16

    Iraqê encama êrîşên xwe yên li Sûriyeyê ragihand

    © Sputnik / Alexander Kovalev
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Navenda Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku 36 DAIŞî di encama êrîşên hewayî yên hêzên Iraqê li Sûriyeyê de hatine kuştin ku 6 ji wan fermandar bûn.

    Berdevk Yihiya Resûl bi daxuyaniyê ragihand ku " 36 terorîst di encama êrîşê de hatine kuştin ku fermandarên bi navê, Ebû Îslam, Ebû Tariq el Hemedanî, Ebû Meryem el Ekawî, Ebû Huseyin(birîndar e û lingê wî jêbûye), Ebû Yasir û Ebû Cafer di wan de ne.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku êrîşan armancên xwe anîne cî.

    Hêjayî gotinê ye ku berdevkî berî niha jî ragihandibû ku êrîşên hewayî yên Iraqê bi hevahengÎ li gel Hikûmeta Sûriyeyê pêk hatibûn.

     

    Bi heman mijarî:

    YNK li ser mijarên dabeşkirina erkan û hilbijartinên Iraqê dicive
    Dema propagandaya hilbijartinan a li Iraqê û Kurdistanê diyar bû
    Iraqê sizaya îdamê li 6 jinên tirk birî
    Serokomar: Kurdistan nikare dev ji Iraqê berde
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    HSD dibe bi artêşa Iraqê re operasyoneke hevpar li dar bixe
    Etîketan:
    Yihiya Resûl, Ebû Cafer, Ebû Yasir, Ebû Huseyin, Ebû Meryem el Ekawî, Ebû Tariq el Hemedanî, Ebû Îslam, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de