04:36 28 Gulan 2018
Parlamentoya Iraqê

Cebar: Li Xurmatûyê 6 berbijêrên kurd hene û ti fişarek jî li ser kurdan tune ye

© Sputnik / Osman Başqalî
Iraq
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Berpirsê Tevgera Goranê yê li bajarê Xurmatûyê diyar kir ku li vî bajarî ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê 6 berbijêrên kurd hene û ti fişarek li ser wan tune ye.

Li navçya Xurmatûyê ya ser bi parêzgeha Selahedînê ve, ku beşek ji devera madeya 140î ya ji destûra lraqê ye û di encama bûyerên 16ê Cotmeha sala par de ketibû bin kontrola artêşa lraqê û hêzên Heşda Şeibî û hejmareke mezin a kurdan ji ber wan êrişan neçar man ku koçî devera Herêma Kurdistanê kiribû.

'REWŞA XURMATÛYÊ NIHA ARAM E'

Derbarê pêvajoya hilbijartinên giştî yên parlamentoya Iraqê û propagandayê de Berpirsê Tevgera Goranê yê li Xurmatûyê Mela Cebar ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Rewşa li devera Xurmatûyê niha aram e û hemû partiyên siyasî bi azadî dikarin propagandaya xwe ya hilbijartinan bikin û hîç fişarek li ser partiyên siyasî yên kurd tune ye."

'DIVÊ KURD BI LÎSTEYEKÊ BEŞDARÎ HILBIJARTINAN BIBÛYA'

Cebar li ser hejmara berbijêrên kurd daxuyand ku li qezaya Xurmatû û derdorên wê 6 berbijêrên kurd hene, yek ji wan berbijêrên hevpeymana niştîmanî ya Kurdistanê ye ku ji Goran, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û hevpeymana dadwer û demokrasiyê pêk hatiye û got, YNK û Tevgera Nifşê Nû berbijêrên xwe hene û herwisa sê berbijêrên serbixwe li hemberî wan hene.

Berpirsê Goranê derbarê hejmara dengên kurdan de jî got, berî bûyera 16ê Cotmehê nêzî 23 hezar dengên kurdan hebûn, lê niha ji ber koçberbûna hejmareke kurdan dengên wan kêm bûne û nêzî 8 hezar dengdan mane.

'PARTIYÊN KURD DIKARIN NÛNERÊN XWE BIŞÎNIN PARLAMENTOYÊ'

Mela Cebar anî ziman ku partiyên kurdan wê karibin nûnerên xwe yên Xurmatûyê bişînin Parlamentoya Iraqê û ev tişt gotin, "Mixabin 6 berbijêrên kurdan hene. Pêwîst bû hemû partiyên kurd bi lîsteyekê beşdarî hilbijartina bibûya, lê çend lîste hene û ew yek jî dibe sedema parvebûna dengên kurdan. Xaleke din jî heye ku ew jî divê partiyên kurdan ligel aliyên Erebî hevpeymanî çêkiriba, ku zêdetir dengan bi dest xistiban. Di hilbjartinên derbasbûyî de Tirkmen ketin lîsteyên Erebî û bi hevre bûn hevpeyman û sê kursiyên parlamentoya lraqê ji xwe re mîsoger kirin."

Cebar li ser pêvajoya propagandaya hilbijartinan jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de ti fişar li ser kurdan tune ye.

Bi heman mijarî:

‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
Iraqê helwesta xwe ji şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê eşkere kir
'500 şervanên YBŞê bi ser hikûmta Iraqê ve hatin girêdan'
Ji bo hilbijartinan 146 namzedên jin ên Herêma Kurdistanê hene
4 partiyên êzidî beşdarî hilbijartinan dibin
Etîketan:
Berpirsê Tevgera Goranê yê li Xûrtmatûyê, Mela Cebar, Xurmatû, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de