20:59 22 Gulan 2018
    Hêzên YBŞê li Şengalê

    '500 şervanên YBŞê bi ser hikûmta Iraqê ve hatin girêdan'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku 500 şervanên YBŞê bi ser hikûmeta Iraqê ve hatin girêdan û herwisa tê payîn ku 2 hezar şervanên din jî bi ser hikûmeta Iraqê ve werin girêdan.

    Berpirsê asayişa Êzîdxanê Heval Xebat ji bo Rûdawê diyar kir ku beriya niha çend caran ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku şervanan bi awayekî fermî bi ser xwe ve girêbide.

    Xebat anî ziman ku beriya niha du salan hikûmeta Iraqê dest bi dabînkirina mûçeyên şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kiribû lê ev nêzikî salekê ye ew mûçe hatine rawestandin û got, hewl tê dayîn li gel hezar şervanên YBŞê, hezar şervanên Êzîdxanê jî bi ser hikûmeta Iraqê ve werin girêdan.

    Bi heman mijarî:

    'Hêzên Iraqê û YBŞê li Şingalê hatin bicihkirin'
    Li Şingalê şer di navbera Heşdî Şeibî û YBŞê de derket
    YBŞê: Sivîlek û şervanek me birîndar bûn
    Fermandarê YBŞê: Pêşmergeyên Roj bi plana Enqereyê hatine Şingalê
    'Hinek alî li Bexdayê hene, piştgiriyê didin YBŞê'
    Etîketan:
    Hikûmeta Iraqê, YBŞ, Berpirsê asayişa Êzîdxanê, Heval Xebat, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de