05:20 25 Gulan 2018
    Ala Kurdistanê û Iraqê

    Serokê eşîrên ereban: Rewş niha ji bo hilbijartinan ne guncaw e

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Emîndarê giştî yê eşîrên ereban ên li Xurmatûyê diyar kir ku ji ber niha li navçeyê hêzên Pêşmerge nemane rewşa ewlehiyê xera bûye û got, ji ber vê yekê reşa niha ji bo hilbijartinên Iraqê ne guncaw e.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê emîndarê giştî yê eşîrên Ereb ên li Xurmatûyê Sair El Beyatî anî ziman ku nemana hêzên pêşmerge li hinek navçeyan, bi taybetî jî li devera Xûrmatûyê û hinek herêmên navbera sînorê Kerkûk û Selaheddînê bûye sedema bê ewlehiyê û di encama vê de jî êrîşên DAIŞê û rûdanên astengkirina ewlehiyê.

    El Beyatî destnîşan kir ku pêvajoya propagandayê ya hilbijartinên li Selaheddînê bi awayekî tendurist birêve naçin û got, hinek hêz û partî li wir bandorê li dengdêran dike û herwisa êrîşê li hinekan dike.

    Emîndarê eşîrên ereban herwisa derbirî ku kesên bi zorê hatine koçkirin ditirsin vegerin herêmê, ji ber ku aliyên siyasî yên desthilat vegera xelkê bi dengdana lîsteyeke hatiye diyarkirin ve girê didin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
    Iraqê helwesta xwe ji şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê eşkere kir
    Hêzên esmanî yên Iraqê li sengerên DAIŞê yên li Sûriyê xistin
    Barzanî bi Nûnerê Taybet ê Sekretêrê Giştî yê NYyê li Iraqê Jan Kubis re civiya
    Li Iraqê di dozên DAIŞê de ku 10 xulekan dom kir ji 300 kesî re biryara darvekirinê
    Etîketan:
    Emîndarê giştî yê eşîrên ereban, Sair El Beyatî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de