04:24 25 Gulan 2018
    Hewlêr-Hilbijartin

    ‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî amarên şirketa rapirsiyê ya navenda wê li Bexdayê Rafideynê di hilbijartinên parlementoya Iraqê de li Herêma Kurdistanê PDKê û li seranserê Iraqê jî Partiya Ebadî ya Tifaqa Nesrê li pêş e.

    ‘Li gorî encamên şirketa rapirsiyê ya Rafideynê li Herêma Kurdistanê PDKê li pêş e û li dû PDKê Partiya Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperweriyê ya (PHDD) Berhem Salih ku ji Yekîtiya Nitimanî ya Kurdistanê (YNK) qetiya ye tê.

    Li gorî amarên wê anketê ger niha li parlementoya Iraqê hilbiajratin bê kirin dê PDK 24, PHDD 18, YNK 15 û Yekgirtuya Îslamî jî 4 kursiyan bi dest bixe.

    Li gorî amarên heman rapirsiyê partiya Ebadî Tifaqa Nesrê 50 kursiyan Tifaqa Feteyê ku Heşda Şeibî piştgiriya wê dike 40, Partiya Nûri Malîkî Dewleta Yasayî 28, Tevgera Dewleta Yasa 28 û Tevgera Hikmeta Netewî ya Omer Hekîm jî 20 kursiyan bi dest dixe.

    Bi heman mijarî:

    ‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin Kerkûkê
    Endamê PDK-Îyê: Tirkiye nikare tevgera azadîxwaz ya Bakurê Kurdistanê tine bike
    PAK û PDK-Î li hevdu civiyan
    PDK-S: Bila Tirkiye çekdaran ji Efrînê derxe
    Etîketan:
    Di hilbijartinên Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê, Hilbijartinên Iraqê, Hilbijartin, Îtîlafa Dewleta Yasa, Dewleta Yasayî, Yekgirtu, PHDD, YNK, PDK, Rafideyn, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de