17:45 23 Gulan 2018
    Leşkerên Amerîkayê

    Iraqê helwesta xwe ji şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê eşkere kir

    © AFP 2018 / KHALED DESOUKI
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Hikûmeta Iraqê yê Ewlekariya Neteweyî Falih Feyadî helwesta Bexdayê pêşniyara Amerîkayê ya şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê nirxand û got ku "helwesta Bexdayê dê li dijî wê yekê be ku hêzên erebî bo Sûriyeyê bên şandin."

    Şêwrimendê Elwekariya Neteweyî ya Iraqê Falih Feyadî derbarê êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li ser Sûriyeyê axift û got ku "(ew êrîş) bi sînor bû û bêtir dişibiya karekî wek ku diviyabû bihata kirin."

    Herwiha Feyadî pêşniyara amerîkî ya şandina hêzên erebî bo Sûriyeyê wek pêşniyareke ne cidî hesiband û got ku bawer nake, "şiyana van dewletan hebe ku hêzan bişînin qada Sûriyeyê yê agirpêketî."

    Rayedarê iraqî bi televizyona Meyadînê re axift û got, "çûna Sûriyeyê ne pîknîk e û hinek dewlet hene ku gelek pere li ser şerê li qada Sûriyeyê xerç kirine" û teqez kir ku "helwesta Bexdayê dê li dijî wê yekê be ku hêzên erebî bo Sûriyeyê bên şandin."

    Herwiha Feyadî got, " pêwendiyên Bexdayê bi hikûmeta Sûriyeyê re eşkere ne û ne veşartî ne û girêdan di navbera herdu qadan de heye" û herwiha diyar kir ku hevahengiya li gel hikûmeta Sûriyeyê giring e ji bo têkoşîna li terorê.

    Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyirî jî duh ragihandibû ku welatê wî pêşniyar kiriye, hêzên "hevpeymaniya îslamî" bişînin Sûriyeyê da ku "şerê terorê bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Malpereke amerîkî armancên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyeyê diyar kirin
    Sûriyeyê bersiv da Amerîkayê: Serî li derewan didin
    ASA: Piştî êrîşa muhtemel a Amerîkayê, em ê dest bi êrîşan bikin
    Rûsya: Êrişkirana Amerîkayê ya Sûriyê, sûcekî leşkerî yê Hêzên Hevpeyman e
    Stratfor: Hedefên Amerîkayê yên li Sûriyê ragihand
    ‘Li Amerîkayê ekîbeke ku ji 500 kesên bikêrhatî pêk tê ji bo Îranê têk bibin dixebitin'
    Tirkiye: Bi redkirina pêşnûmeya Amerîkayê derfeteke girîng têkçû
    Kremlin: Rûsya ji nêzîk ve daxuyaniyên Amerîkayê dişopîne
    Etîketan:
    Falih Feyad, Brîtanya, Fransa, Iraq, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de