16:04 20 Hezîran 2018
Leşker

Çekdaran êrişî artêşê kir: Gelek kuştî û birîndar hene

© Flickr/ ResoluteSupportMedia
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst ê DAIŞê li herêmên rojavayê Iraqê êrişî hêzên ewlehî kir. Li gor agahiyan di êrişê de gelek kuştî û birîndar hene.

Li gor nûçeya El Cezîreyê ku navenda wê li Qetarê ye, çekdarên terorîst ê DAIŞê li herêma Rutbe ku dikeve rojavayê bajarê Enbarê êrişî hêzên ewlehî kir. Li gor amareyên destpêkê, di encama şer û pevçûnan de ji herdu aliyan gelek kuştî û birîndar çêbûne.

Di derheqê êrişê de heta niha ji meqamên fermî tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku meha borî jî dîsa çekdarên DAIŞî li bajarê Enbarê kontrola noqteyeke ewlehî bi dest xistbûn û sivîl jî di nav de gelek kuştibûn.

Bi heman mijarî:

Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
‘DAIŞ amadehiya dagirkirina Mûsilê dikê'
Pûtîn: DAIŞ li Sûriyeyê hat têkbirin, lê hê jî xwedî potansiyel e
Ebadi: DAIŞ di aliyê leşkerî de xelas bû lê hin hucreyên wan hê mane
"Erdogan û DAIŞ wekî du rûyên pereyekî ne'
‘DAIŞ amadehiya dagirkirina bajarê Samarrayê dike'
Etîketan:
Artêşa Iraqê, DAIŞ, Enbar, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de