02:31 25 Gulan 2018
    gor - goristan

    Piştî şer hefteyê zêdetirî 110 cesed tê definkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî qedandina şerê artêşa Iraqê û rêxistina DAIŞêi li bajarê Mûsilê bi hezaran cesedên bêxwedî derketin holê. Li gor çavkaniyên herêmî heftane zêdetirî 110 cesed têne definkirin.

    Li gor nûçeya ajansa Associated Press (AP) a amerîkî ku dispêre çavkaniyên herêmê, bi hezaran cesedên bêxwedî di nava avahiyên weranbûyî de têne dîtin. Li gor nûçegihanê APê piraniya cesedan bi unîforma ne û li ser hinekan jî ekîpmanê xwekujiyê têne dîtin.

    Digel ku heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn jî li gor çavkaniyên bêalî, di encama operasyonên hewayî ya Amerîkayê û artêşa Iraqê û DAIŞê de nêzîkî 11 hezar sivîl canê xwe ji dest dan. Cesedên ku ji nava avahiyên wêranbûyî têne dîtin de ji xeyrî milîtanên DAIŞê cesedê jin û zarokan jî têne derxistin.

    Li gor agahiyan heta niha bi hezaran cesedn hatine definkirin. Surur Ebdulkerimê ku di definkirinê de alîkariyê dike dibêje: "Hefteyê derdora 110 cesedan em defin dikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘DAIŞ amadehiya dagirkirina Mûsilê dikê'
    Waliyê Mûsilê: Herêma ku PKKê valakiriye di bin xetereyê de ye
    Li Mûsilê 20 DAIŞî hatin desteserkirin
    Cîgirê waliyê Mûsilê yê berê li Stenbolê hatiye revandin
    DAIŞê li Mûsilê êrişek pêk anî: 7 leşkeran can da
    Etîketan:
    Heftane 110 cesed têne definkirin, Surur Ebdulkerim, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de