14:52 19 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Li Iraqê 13 kes hatin bidarvekirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Iraq
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li beramberî dilgiraniya navdewletî ya li hemberî cezaya bidarvekirinê ya li lraqê, îro dîsa rêveberiya lraqê biryara bidarvekirinê ji bo 13 kesan bi cih anî.

    DAIŞ - Iraq - Mûsil
    © REUTERS / Youssef Boudlal
    Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnik Kurdistanê Wezareta Dadweriyê ya Iraqê îro bi daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir ku îro roja duşemê ya 16 Nîsanê 13 kes li lraqê hatin bidarvekirin ku 11 kes ji wan bi tawana terorîzmê rastî vê cezayê hatine û 2 kesên din jî ji ber tawanên din hatine bidarvekirin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadweriyê ya lraqê wan 11 kesên bi terorîzmê hatine tawanbarkirin, tirêmbêl teqandine û bûne sedema mirina endamên hêzên ewlehiyê û herwisa welatiyên sivîl jî revandine û pere ji wan stendine.

    Ligel vê yekê Wezareta Dadweriyê ya lraqê ragihand ku ji ber bidarvekirinan fişareke navdewletî ya mezin li ser hikûmeta lraqê heye ku ev kes neyên bidarvekirin lê ji ber ku xwîna welatiyên lraqê bi destên wan hatiye rijandin, dadgehê biryara kuştina wan derxist.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl bi balyozê Rûsya yê li Iraqê re civiya
    Li Kurdistanê ji bo hilbijartinan Parlementoya Iraqê dema bangeşanê dest pê kir
    Zaxarovayê bersiveke îronîk da: Pergal hat Iraqê îca dê alî Sûriyeyê bikin
    Blair 15 salan piştî ketina Iraqê behsa midaxeleya leşkerî ya Sûriyeyê dike
    Etîketan:
    bidarvekirin, Wezareta Dadweriyê ya Iraqê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de