06:56 18 Hezîran 2018
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

Ebadî: Komîsyona hilbijartinan ne serbixwe ye

© REUTERS / Ludovic Marin
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî diyar kir ku hinek têbîniyên wî li ser mekanîzmaya Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan heye û got, "Komîsyon ji sedî sed ne serbixwe ye."

Li gorî ragihandina Rûdawê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya ji çapemeniyê Iraqê de got, "Divê komîsyoneke serbixwe ya hilbijartinan hebe. Lê hinek têbîniyên min li ser mekanîzmaya hilbijartina komîsyonê hene. Parlamentoyê di vî warî de xeletî kirine lê xwe bi ser ve nebirine."

Heyder Ebadî ku bi xwe serokê lîsteya Nesir e, got: "Piştgiriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û garantiya paqijiya hilbijartinan beşek ji berpirsiyariya me ye. Em ji bo vê kar dikin û pêdaçûna rewşa komîsyonê dikin. Piştî pêdaçûnên me rêûşûnên wan baştir bûne."

Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin, ku wî bi tenê li gel komîsyonê ti civîn pêk neanine û li gel civata wezîran bi komîsyonê re du caran civiyane.

Ebadî got: "Ji ber ku parastina proseya hilbijartinan, dabînkirina ewlekariyê û piştgiriya lojîstîkî ya hilbijartinan li ser milê civata wezîran de ye. Ji lewra tiştek nîne %100 serbixwe be."

Bi heman mijarî:

Li Kurdistanê ji bo hilbijartinan Parlementoya Iraqê dema bangeşanê dest pê kir
Li Iraqê DAIŞ êriş kir: 10 mirî
Zaxarovayê bersiveke îronîk da: Pergal hat Iraqê îca dê alî Sûriyeyê bikin
Midûriyeta Ewlehî: Kerkûk bi roj di destê Iraqê û bi şev jî di kontrola DAIŞê de ye
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de