14:57 19 Nîsan 2018
    Heşdî Şebî

    Rojnameya Qetarê: Heşda Şeibî bermîla petrola qaçax bi 6 dolaran dide Îranê

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hinek grûbên milîsên şîî yên di nava rêxistina Heşda Şeibî de dest danîne ser bîrên petrolê yên Selahadîn û Xurmatûyê û bi qaçaxî wê petrolê difroşin.

    Li gor nûçeya rojnameya Al-Arabî ku navenda wê li Qetarê ye, hinek grûbên milîsên şîî yên di nava rêxistina Heşda Şeibî de ku Îran piştgiriya wan dike, li herêma Selahadîn û Xurmatûyê dest danîne ser 21 bîran, petrolê bi dînamoyan derdîxînin û bi ser rêya Îranê difroşin bazarên cihanê.

    Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku Heşda Şeibî ji van bîrên petrolê rojane 10-15 bermîlan dertîne û bi rêyên qaçaxî difroşe Îranê. Heşda Şeibî bermîla petrola ku bûhayê wê bi 72 dolatan e tenê bi 6 dolatan dide Îranê.

    Li gor nûçeya rojnameyê, Heşda Şeibiya ku rêxistineke mezhebî ye ber bi rêxistineke mafyayî ya bazirganî ve veguheriye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Heşda Şeibî hewla bidestxistina Iraqê dike'
    ‘Milîsên Heşda Şeibî bi zorê bertîlê ji ezdiyên Şingalê distîne'
    Heşda Şeibî şivanek kuşt û 5 kes desteser kirin
    Hêzeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihişt Şingalê
    ‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
    Etîketan:
    Rêxistina Heşda Şeibî, Îran, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de