16:06 20 Hezîran 2018
Muqteda el Sadr

Muqteda Sedr: Piştî hilbijartinê em ê wî bikujin

© AP Photo / Karim Kadim
Iraq
Lînkê kurt
0 10

Serokê Tevgera Sedr Muqteda el Sedr di axaftina xwe de ragihand ku piştî hilbijartinê em ê cîgirê Sedam Huseyn ê berê el Durî bigrin û bikujin.

Serokê Tevgera Sedr Muqteda el Sedr di axaftina xwe de got: "Piştî hilbijartina giştî ya Iraqê hêza taybet ji bo cîgirê Sedam Huseyn ê berê Îbrahîm el Durî bigre û bikuje wê têkeve hereketê.

Li gor nûçeya ajansa Sueriayê, Muqteda Sedr di hevpeyvîna xwe de got: "Siyasetmedarên gendelikar dibe dîsa nûçeyên kuştina Îbrahîm el Dûrî belav bikin. Li hemberî vê hişyar bin û dibe dîsa derew derkeve."

Sedr di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Piştî hilbijartina giştî ya Iraqê em ê hêza taybet têxin amadebaşiyê. Ji bo ku wek veberhênana kampeyeya hilbijartinê neyê zanîn em ê ji bo girtin û kuştina Îbrahîm el Durî bihêlin piştî hilbijartinê. Ev wezîfeyeke pîroz e."

Îbrahîm el Durî hefteya borî vîdyoyek belav kiribû û li hemberî mudaxeleya Îranê alîkarî ji Erebistana Siûdî xwestibû û gotibû eger endamên girtî yên beas neyên berdan em ê şer ragihînin. Herwiha Amerîka di sala 2015an de kuştina el Durî ragihandibû.

Bi heman mijarî:

Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
Tevgera El Sedr a Iraqî hêza xwe ya çekdarî hildiweşîne
Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
Tevgera Sedr: Pisrgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê siyasî ye
Sedr: Hikûmeta Malikî kir ku kurd daxwaza serxwebûnê bikin
Etîketan:
Serokê Tevgera Sedr, Îbrahîm el Durî, Muqteda Sedr, Bexda, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de