21:10 24 Nîsan 2018
    Teqîn

    Li dijî parastvanê sînor ê girêdayî Wezareta Navxweyî êrişa bombeyî

    © REUTERS/ Goran Tomesevik
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Xaneqînê li dijî parastvanên sînor ê girêdayî Wezareta Navxweyî ya Iraqê êrişek bombeyî pêk hat û di encama êrişê de polîsek hat kuştin.

    Li gor zanyariyên berdest, îro li bajarê Xaneqînê li ser rêya sereke ya Lîwaya Heşt a Bekayî li hemberî parastvanê sînor êrişeke bi wesayîta bombekirî pêk hat. Di encama êrişê de polîsêkî federal ê Iraqê hat kuştin.

    Berpirsê Polîsê Xaneqînê Eqîd Diyar Şewket ragihand ku îro berê sibehê polîsekê aşpejê Lîwaya Heşt a parastvanê sînorê Xaneqînê bû ji ber êrişeke wesayîta bombekirî canê xwe ji dest da. Heta niha diyar nîne ku ev teqemenî bi bombeya çandî an jî wesayîteke bombebarkirî ye.

    Li gor daxuyaniya Berpirsê Polîsê Xaneqînê Şewket, bûyerê li nêzî gundê Emîn Bapîr e û hêzên polîs li cihê bûyerê belav bûne û dest bi lêkolînê kirine û got: "Niha em nizanin bê bûyer çawa pêk hatiye, lê em dizanin ku milîtanên terorîst ê DAIŞê li herêmê hene."

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Xaneqînê 10 xortên kurd hatin kuştin
    Balafirên Iraqê deverên bilind ên Xaneqînê bombebaran kirin
    Endamekî YNKê li Xaneqînê hat kuştin
    Bexda hemû fermanberên kurd ji Xaneqînê der kirin
    Berpirsê Haşdî Şabî yê Xaneqînê hat kuştin û lîwaya 110 belav bû
    Etîketan:
    Li Xaneqînê teqîn, Xaneqîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de