01:12 26 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    Ebadî: Me ji bo Şingalê peyameke zelal da PKKê, lê em dest nadin alîgirên wan

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani /File Photo
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hebûna PKKê ya nav axa Iraqê diyar kir, ev 30-40 sal in li Iraqê ne, lê heke ne penaber bin destûr nayê dayîn ku li derveyî desthilata dewletê çek di destê ti kes û aliyekî de hebe.

    Heyder Ebadî di civîna rojnamevanî ya li Bexdayê de got ku wan debarê vekişîna çekdarên PKKê ji Şingalê peyameke zelal ji wan re şandiye û wiha axivî:

    EBADÎ: ME LI SER VEKIŞÎNA JI ŞINGALÊ PEYAMEKE ZELAL DA PKKÊ

    "Hûn dizanin ku niha araste ber bi çekkirina hemûyan e û divê çek tenê di destê dewletê de hebe, me peyameke zelal ji wan re şand, ku em wan grûbên ji derveyî dewleta Iraqê çek rakirine, divê çekên xwe danin. Ne lojîkî ye ku em rê bidin di nav dewleteke xwedî serwerî de, grûbên çekdarî yên ser bi dewleteke din hebin û çek rakin, em naxwazin bikevine şer ligel ti kes û aliyekî û şerê bi wekalet bikin. Herwiha destûra me rê nade ku axa Iraqê ji bo encamdana ti operasyonekê li dijî her welatekî din û di nava wan de Tirkiyê jî were bikaranîn."

    Ebadî li ser hebûna PKKê ya li nav erda Iraqê-Kurdistanê jî destnîşan kir: "Weke ku hûn dizanin PKK ji mêj ve ye ku li Iraqê heye û ne tiştekî nû ye, heta sî heta çil sal in. Heger ew penaber in li Iraqê, ti pirsgirêkên me nînin di aliyê mirovî de, lê belê rakirina çek li Iraqê rê pê nayê dan, ji ber wê me daxwaz ji wan kir, di demeke gelek kêm de bi tevahî ji Şingalê vekişin. Hemwelatiyên iraqî li Şingalê ne, rê nayê dan ku li derveyî desthilata dewletê çek were rakirin."

    ‘EM DEST NADIN WELATIYÊN IRAQÊ YÊN ALÎGIRÊ PKKÊ'

    Ebadî bal kişand ser wan hêzên hemwelatiyên Iraqê yên alîgirên PKKê ne û wiha domand: "Lê belê ewên niha welatiyên Iraqê ne, hûn dizanin pirsgirêk ligel hinek aliyan bi taybet tirkan ev e ku kesên iraqî hene ku renge nêzîkî PKKê bin ji aliyê siyasî ve, ji aliyê bîr û bawerî ve, em destwerdanê nakin û ji ber bîr û baweriyên wan lêpirsînê ligel welatiyan nakin, lê belê ji ber karên wan lêpirsîn bi wan re tê kirin. Nabe ku çek were rakirin û ala rêxistineke ne iraqî were hildan, ev arasteya me ye, we beyannameyeke eşkere dît ku hat weşandin û têde hat ragihandin, niha berpirsiyarî di stuyê hikûmeta Iraqê de ye, pêştir ew navçe di destê DAIŞê de bûn, ji ber wê hikûmeta Iraqê parastina êzidî û navçeyên din dike, lewma wan jî biryara vekişînê da."

    Bi heman mijarî:

    Brûsk li cerdevanan ket: Cerdevanek mir, 7 jî birîndar bûn
    Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Rûsya û Gazpromê re civiya
    ‘Dibe ku Amerîka bi moşekên krûzî li baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê bixe'
    Hikûmeta lraqê soznameya sîxuriyê bi kurdên Kerkûkê dide îmzekirin
    Rûsya: Salisburyê di mijara bijehrîkirina Skripalî de bikaranîna kîmyesalê piştrast nekir
    Etîketan:
    Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de