15:47 22 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî

    'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'

    © REUTERS /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heşda Şeibî kontrola tesîsên petrolê yên li Diyala û Selahaddînê di destê xwe de digre. Petrolên ji derdixe bi rêyên derqanûnî derbasê Îranê dike.

    Reva sivîlan ji Mûsilê berdewam dike - koçber
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Hêzên Heşda Şeibî ji 20ê Cotmeha 2017an vir de li gelek deverên Kerkûkê bi bandor in. Bi taybetî jî herêmên petrolê wek Diyala û Selahaddînê bi temamî di kontrola Heşda Şeibî de ye. Di derbarê mijarê de endama parlementoya Iraqê Eşvak Caf di axaftina xwe ya bi Kurdistan 24ê re de anî ziman ku "navenda kontrolkirina hêzên Heşda Şeibî ne Iraq e, li gorî qanûnan Ebadî serokê Artêşa Iraqê ye li hemû hêz ne di kontrola wî dene, lewra qeweta Heydar Ebadî têra kontrolkirina wan nake."

    Caf di axaftina xwe de destnîşan dike ku: Li Iraqê hemû hêzên milîs ku hene dixwazin xwe di aliyê aboriyê de xurt bikin, vê xurtbûnê jî ji bo ku hikûmetê bi dest bixin dixwazin.

    Endamê Parlementoya Iraqê Rezan Şeyh Diler li ser heman mijar destnîşan kir ku: Li gorî qanûna Iraqê mafê Heşda Şeibî tune ye ku li ti cihekê Iraqê bi cih bibe. Heşda Şeibî ji bo li hember DAIŞê bitêkoşin hatin avakirin û gere dûre tevli Artêşa Iraqê bûna. Şeyh Diler da zanîn ku "îro rewşa ne wisa ye Heşda Şeibî diçe ku derê li wir bi cih dibe û çavkaniyên aboriyê dixe bin destê xwe."

    Bi heman mijarî:

    Haşdî Şabî gef li Amerîkayê xwar: Eger hûn ji Iraqê derneyên emê bi we re şer bikin
    Daxuyaniyeke girîng ji Heyder Ebadî bo Haşdî Şabî
    ‘Washîngton hewl dide Haşdî Şabî têxe lîsteyê'
    Haşdî Şabî hemû dibistanên Zumarê girtin
    Erdogan ê ku Haşdî Şabî wekî terorîst didît bi fermandarê Haşdî Şabî re hevdîtin pêkanî
    Etîketan:
    îran, petrol, Haşdî Şabî, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de