14:43 19 Nîsan 2018
    Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li Kerkûkê

    ‘Heşda Şeibî hewla bidestxistina Iraqê dike'

    © REUTERS /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku milîsên Heşda Şeibî bi dizî petrola Kerkûk, Diyala û Selahadînê dişîne Îranê. Kontrola van tesîsên navborî piştî DAIŞê kete destê Heşda Şeibî.

    Parlamentera kurd a li Parlamentoya Iraqê Eşwak Caf di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: "Navenda biryardayîna Heşda Şeibî ne Iraq e, Heyder Ebadî ye. Fermandarê Giştî yê hemû hêzên ewlehî ye, lê hemû hêz ne di bin kontrola wî de ne. Ji ber ku tu hêzeke bikaribe Heşdî Şeibî kontrol bike tuneye. Ev hêza milîs ji niha de dixwaze kanayên ekonomîk têxe kontrola xwe û xwe bi hêz bike. Kaneyên ekonomîk ji bo hilbijartin û bidestxistina desthilatê bikar tînin."

    Parlamenterekî din ê Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî di axaftina xwe de got: "Li Destûra Bingehîn Heşda Şeibî nikare li hemû herêmên Iraqê bi cih bibe û ev dijî qanûnê ye. Ev milîs ji bo şer û tekoşîna DAIŞê hatin avakirin, lê paşî ji bo tevlî artêşa Iraqê bibin xwe birêxistin kirin. Hemû herêmên ku dikevinê dagir dikin. Bi taybetî jî li herêmên ku kanayên petrolê hene bi cih dibin û bazirganiya petrolê dikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Milîsên Heşda Şeibî bi zorê bertîlê ji ezdiyên Şingalê distîne'
    Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike
    Heşda Şeibî şivanek kuşt û 5 kes desteser kirin
    Li Xurmatûyê di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de şerekî giran derket: 3 kuştî û 7 birîndar
    Hêzeke hevbeş a Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî gihişt Şingalê
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Rêzan Şêx Dilêr, Eşwaq Caf, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de