18:51 20 Gulan 2018
    Muqteda Sedr

    Sedir: Bila hikûmet artêşa Tirkiyeyê asteng bike

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedirê îro duşemê bangî Hikûmeta Iraqê kir ku bipêşedeketina Artêşa Tirkiyeyê di nava axa Iraqê de asteng bike.

    Ev demek e ku Artêşa Tirkiyeyê ketiye nav axa Herêma Kurdistanê, nexasim nav axa parêzgeha Hewlêrê, pir xera kirin û baregehên leşkerî ava kirin.

    Li ser pirsyarekê Sedirî helwesta xwe eşkere kir û got, "Hat gotin ku ev tişt bi hevahengiya li gel Hikûmeta Iraqê tê kirin lê ez bawer nakim wiha be."

    Herwiha Sedirî ji hikûmeta Iraqê xwest ku "bipêşdekitina Tirkiyeyê li nav axa Iraqê asteng bike."

    Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê berî çend rojan ragihandibû ku artêşa tirk him bi topan him jî bi firokeyan devera Biradostê ya li nahiyeya Sîdekanê topbaran kiribû û di encamê de welatiyek birîndar bûbû û hejmarek welatî jî neçar bûbûn ku mal û gundên xwe biterikînin û koçber bibin.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Civîna li gel şandeya Kurdistanê berhemdar bû
    Senatorê rûs: Sûriye, Iraq û Misir dikarin pergalên S-400î bikirin
    Iraq: Amerîka dest bi kişandina leşkerên xwe kir
    'Iraq hîn nikare Tirkiyê ji axa xwe derxe, wê çawa Amerîkayê derxe'
    Etîketan:
    Muqteda el Sedir, Iraq, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de