15:46 22 Nîsan 2018
    Artêşa Iraqê

    Li Iraqê opersyonek li dijî hucreyên DAIŞê yên malan hat destpêkirin

    © AFP 2018 /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi awayekî hevpar li çolterên Iraqê operasyon li dijî hucreyên DAIŞê yên li malan dan destpêkirin. Fermandarê tirkmen ê Heşda Şeibî Kenan Tuzlu diyar kir ku li çolterên Iraqê li dijî DAIŞê operasyon dane destpêkirin û heta niha DAIŞî kuştine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidestixsitin, milîtanên DAIŞê yên li ber bidawibûnê ne, niha dîsa hewl didin werin ser hev û êrîşên xwînî dikin. DAIŞê vê sibehê li naçveya Hedîseyê ya Enbarê, êrîşî hêzên artêşa Iraqê yên li gundê wê deverê ne kir û di encamê de 5 kes hatin kuştin. Piştî ku DAIŞê li Enbar, Bexda û Kerkûkê dest bi êrîşan kir, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê operasyoneke berfireh li dijî hucreyên malan ên DAIŞê da destpêkirin. Tê ragihandin ku gelek milîtanên DAIŞê hatine kuştin û hinek bi saxî hatine girtin.

    Fermandarê tirkmen ê Heşda Şeibî yê tev li operasyonê dine, Kenan Tuzlu ji Sputnikê re axift.

    Tuzlu diyar kir ku li gel Artêşa Iraqê operasyoneke berfireh daye destpêkirin li dijî milîtanên DAIŞê yên li çolterên Iraqê xwe beşartiye û carinan êrîşan dikin û wiha dewam kir: DAIŞ carinan li çolterên Xurmatû, Kerkûk û Hewîceyê li dijî Artêşa "Iraqê û sivîlan êrîşan pêk tîne. Ji bo rawestandina êrîşan û jinavbirina hucreyên malan ên DAIŞê, me li gel Artêşa Iraqê operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di operasyona me ya li bajarokê Reşadê ê girêdayî hewîceyê de, me 6 milîtanên DAIŞê kuştin. Liqa 16an a Heşda Şeibî tev li vê operasyonê bû. Herwiha me operasyonek li ser rêya Kerkûk û Bexdayê jî da destpêkirin. DAIŞê li ser van rêyan carinan mirov direvandin û paşê ew dikuştin. Di encama operasyonê de êdî rêya Bexda-Kerkûkê ewle bûye. Êdî mirov bi rehetî dikarin rêya Kerkûk-Bexdayê bi kar bînin. Di çarçoveya operasyonê de me hucreyên DAIŞê yên ku ketibûn tevgerê ji nav birin. Me penagehên wan dîtin û ji nav birin. Me çekên giran di çarçoveya operasyonan de bi dest xistin".

    "TENÊ KETINE ÇEND GUNDAN"

    Herwiha Tuzlu bal kişand ser wê yekê ku milîtanên DAIŞê hîn xwe li çolteran vedişêrin û xwe didin hev û wiha pê de çû: "DAIŞ li herêmên çiyayî xwe vedişêre. Operasyonên me yên li dijî DAIŞê dê dewam bikin. Em dê destûrê nedinê ku mezin bibe. Rêxistinê vê sibejê êrîşî navçeya Hedîseyê ya Enbarê kir. Me ji ber êrîşê li gel Artêşa Iraqê operasyonek da destpêkirin. Ne rast e ku navçeya Hedîseyê ketiye destê DAIŞê. Îdîayên ku ketiye navçeyê ne rast in. Tenê ket gundan û piştî wê tavilê operasyonê dest pê kir. Di çarçoveya operasyonê de çend gund ji rêxistinê hatin paqijkirin."

    Bi heman mijarî:

    Iraqê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
    Dr. Rehîmî: Êrîşa Amerîkayê ya li ser Iraqê şiî bihêz kirin, kurd jî lawaz kirin
    DAIŞê êrişî polîsên Iraqê kir: 8 kuştî
    Iraqê ji bo Şingalê bersiv da Tirkiyeyê
    'Hêzên Iraqê û YBŞê li Şingalê hatin bicihkirin'
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, DAIŞ, Kenan Tuzlu, Enbar, Kerkûk, Hewîce, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de