03:15 23 Nîsan 2018
    DAIŞ

    'DAIŞê li Iraqê kontrola navçeyekê bi dest xist: Gelek kuştî û birîndar'

    © AP Photo / Militant website
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê kontrola navçeya Hadise ya Enbarê bi dest xist û artêşa Iraqê jî ji herêmê reviyaye û polîs jî di navde gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

    Li gor nûçeyên çapemeniya Iraqê, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê îro berê sibehê êrişî navçeya Hadise ya Enbarê kirin. Piştî ketina milîtanên DAIŞê ya navçeyê artêşa Iraqê ji herêmê vekişiyaye û di dema vekişandinê de li çend cihan şer û pevçûn derketiye. Li gor agahiyan DAIŞê li navçeyê dest bi ketlîaman kiriye û heta niha polîsên federal ê Iraqê jî di nav de 6 kes hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

    Navçeya Hadise ya Enbarê di navbera Bexda û Rûmadiyê de dimîne û nêzî navçeya Elbûkemala Sûriyeyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Ebadi: DAIŞ di aliyê leşkerî de xelas bû lê hin hucreyên wan hê mane
    ‘DAIŞ dîsa dest bi kiryarên terorîstî dike'
    DAIŞ vîdeoya 4 leşkerên amerîkî yên ku li Nîjeryayê hatibûn kuştin parvekir
    HSD: Dibe operasyona Tirkiyeyê bibe sedem ku DAIŞ dîsa vegere
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, DAIŞ, Hadise, Enbar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de