08:34 23 Nîsan 2018
    Sedam Hisên - Saddam Huseyn

    Cîgirê Sedam Huseyn li dijî Bexdayê şer ragihand

    Sputnik
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Sedam Huseyn ku Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku hatiye kuştin ÎbrahÎm El Durî vîdyoyek parve kir û li hemberî Bexdayê şer ragihand.

    Seddam Hisên
    © AFP 2018 / MIKE NELSON
    Piştî ku Sedam Huseyn di sala 2003an de ji aliyê Amerîkayê ve ji serokatiya Iraqê hat dûrxistin, Sedam û gelek hevalên xwe yan mirin an jî ketin girtîgehê, lê Îbrahîm El Durî reviya bû û li gor daxuyaniya Amerîkayê di 17ê Nîsana 2015an de li bajarê Selahadînê di êrişêke hewayî de hatibû kuştin.

    Hikûmeta Bexdayê jî kuştina El Durî serast kiribû û hinek wêneyên cesede wî li çapemeniyê belav kiribû. El Durî bi munasebeta salvegera 71emîn a Partiya Beas vîdyoyek parve kir û ragihand ku Îran mudaxeleya Rojhilata Navîn dike û ew şermezar kir.

    El Durî di peyama xwe ya vîdyoyê de li hemberî mudaxeleya Îranê alîkariyê ji Erebistana Siûdî dixwaze û dibêje: "Eger endamên beas serbest neyên berdan em ê li hemberî Bexdayê şer ragihînin."

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Lubnanê piştî rûxana Sedam cara yekem serdana Iraqê kir
    Iraqê pereyên serdema Sedam wergirtin
    'Eger Bexdadî hatibe kuştin şûngirê wî dê yek ji leşkerên heyama Sedam be'
    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre
    Keça Sedam Hisên pesnê Trump da: Ew ji hêla siyasî ve xwedî hesasiyeteke mezin e
    Etîketan:
    Partiya Beas, Îbrahîm El Durî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de