17:40 20 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ji Ebadî di derbê DAIŞê de hişyariyên nû

    © AP Photo / Adam BERRY
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî anî ziman ku “li hember DAIŞê têkoşîna leşkerî qediyaye lê belê hê jî gelek hucreyên DAIŞê yên di xew de hene.

    Ebadî di çarçoveya bernameya hilbijartinê de axivî. Ebadî balê kişand ser ku şerê me yê bi DAIŞ re yê li bejahiyê qediya, me hemû axa Iraqê rizgar kir û em heta sînorê Sûriyê çûn, lê belê hê jî xeteriya îdeolojiya DAIŞê derbas nebûye. Di vê meselê de ez hişyarî didim hemû kesan.

    Ebadî di dewamiya axaftina xwe de destnîlşan kir ku: Hinek welatan digotin wê şerê li hember DAIŞ gelek ber xwe bide. Mesela Îranê digo wê 10 salan bidome, lê me di demeke kurt de qedand.

    Ebadî di derheqê meseleya gendeliya di li Iraqê de wiha got: Meseleya gendelî û ruşwetê gelek e, em dikarin li hember wan dest  bi têkoşînê bikin, lê eger vê gav bikin wê bibêjin ku me ji bo probagandaya hilbijartinê van kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê Iraqê: Ebadî soza xwe ya tekoşîna gendeliyê bi cih nayîne
    Ebadî talîmat dan ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
    Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelek girîng e
    Etîketan:
    Dais, iraq, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de