02:38 28 Gulan 2018
Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî

Cîbûrî serdana Kurdistanê dike: Kurdan bawerî bi yekîtiya Iraqê anî!

© Foto : Nivîsgeha Serokomariya Iraqê
Iraq
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî ji medyaya Misirê re ragihand ku ew dê li demeke nêzîk serdana Herêma Kurdistanê bike û got: “Em xwestek û daxwazên Herêma Kurdistanê înkar nakin.”

Selîm Cibûrî di hevpeyvîna ligel rojnameyeke Misrê de li ser krîza ligel Herêma Kurdistanê ya piştî referandûma serxwebûnê da zanîn ku heta radeyeke bilind çareser bûye û ew ê di çend rojên pêş de serdana Herêma Kurdistanê bike.

‘GELÊ KURDISTANÊ HEMÛ XÊRAN HEQ DIKIN'

Serokê Parlamentoya Iraqê krîza piştî referandûma Iraqê bi bîr xistiye û li ser ji nû ve destpêkirina danûstandinan daye xuyakirin ku Herêma Kurdistanê 'bawerî bi yekîtiya Iraqê kiriye' û wiha axivî ye:

"Em xwestek û daxwazên Herêma Kurdistanê înkar nakin di jiyaneke xweş û desteberkirina aştiyê de, gelê Kurdistanê jî hemû xêran heq dikin."

Bi heman mijarî:

Ermenistan: Em peywediyên Rûsya û Tirkiyeyê dişopînin
Gelo mimkun e li Minbicê şerê gerîla dest pê bike?
Yekîtiya Ewropayê 3 milyar euro dide Tirkiyeyê
Dadgeha Almanyayê serokê serxwebûnxwaz ê Katalan serbest berda
Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike
Kergedenek bi mebesta 'parastina' dayika xwe êrîşî veterîneran dike
Etîketan:
Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de