10:36 23 Nîsan 2018
    Şingal

    Iraq: PKK vekişiyaye û ji ber vê yekê em nahêlin Tirkiye operasyonê bike

    © REUTERS / Ari Jalal
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 30

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Şuriş Xalid Seîd diyar kir ku PKK ji Şingalê vekişiyaye û ji ber vê yeke hewce nake Tirkiye operasyonê li dar bixe.

    Seîd ji bo Sputnikê axivî û got, "Tirkiye dixwaze bi ser Şingalê de operasyonê birêve bibe. Em li dijî operasyona Tirkiyeyê ne. Ji ber ku li Şingal ne PKK ne jî komeke din ya kurd tune ye."

    ‘HETA DESTÛRÊ JI BEXDAYÊ NEGIRE EM NAHÊLIN OPERASYONÊ LI DAR BIXE'

    Seîd destnîşan kir ku niha li Şingalê artêşa Iraqê heye û ji ber vê yekê ti hincet ji bo operasyona Tirkiyeyê nemaye û çi Tirkiye çi jî welatekî din heta ji Bexdayê destûrê wernegire, em nahêlin operasyonê li dar bixin.

    ‘BILA TIRKIYE LEŞKERÊN XWE YÊN LI BAŞÎKAYÊ ŞÛNDE VEKIŞÎNE'

    Seîd ji bo hebûna leşkerên tirk ya li Iraqê jî derbirî ku wan ji Tirkiyeyê xwestiye leşkerên xwe ji Başîkayê û herêmên din şûnde bikişîne û got, em bêyî destura Bexdayê nahêlin Tirkiye operasyonê li dar bixe.

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike
    Serokê Parlamentoyê destûr neda civîna Şingalê were lidarxistin
    Mattis li ser Efrîn, Şingalê û hebûna PKKê li wê derê axift
    Artêşa Iraqê hêzeke mezin şand Şingalê
    Qeymeqamê Şingalê: PKK ji herêma Şingalê vekişiya
    Etîketan:
    operasyon, PKK, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Şuriş Xalid Seîd, Şingal, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de