00:44 21 Nîsan 2018
    Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li Kerkûkê

    Heşda Şeibî: Em nahêlin Tirkiye êrîşê Şingalê bike

    © REUTERS /
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 10

    Serkirdeyê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî li ser vegera hêzên pêşmerge ya ji bo Kerkûkê got, ev biryara bi destê fermandariya giştî ya hêzên Iraqê ye. Nûrî ji bo hilgirtina alaya Kurdistanê li Kerkûkê jî got, ji ber ku ev bajar li derveyî Herêma Kurdistanê, hilgirtina alaya Kurdistanê wê bibe provokasyon.

    Serkirdeyê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî di axaftina xwe ya ji Rûdawê de li ser vegera hêzên pêşmerge ji bo Kerkûkê anî ziman ku ev biryar bi destê fermandariya giştî ya hêzên Iraqê ye û got, lê pêwîst di navbera birayên me yên PDK, YNK û hikûmeta Iraqê de lihevkirin hebe û divê beriya lihevkirina ewlehiyê divê lihevkirineke siyasî hebe.

    Nûrî parast ku ji bo wan ne pirsgirêk e ku pêşmerge, Heşda Şeibî û hêzên Iraqê di sengereke hevbeş de bin û got, "Lê em hêvî dikin wê biryareke li ser navê aramiya herêm, Kerkûk û deverên bi nakok were girtin."

    Kerîm Nûrî li ser hilgirtina alaya Kurdistanê li Kerkûkê jî got, hilgirtina alaya Kurdistanê li deverên derveyî Herêma Kurdistanê wê bibe provokasyon û ev tişt anîn ziman: "Ew herêmên di çarçoveya cografya û sînorên rêveberiya Herêma Kurdistanê de bin, ala lê hatine hilgirtin. Lê li deverên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê nabe ala Kurdistanê were hilgirtin. Ev nayê wê wateyê ku em rêzê ji alaya kurdan re nagirin. Em rêzê jê re digirin ku di bin wê de gelek kesan hat rijandin."

    Serkirdeyê Heşda Şeibî li ser pirsa derbarê şerê li dijî PKKê de jî got, ev biryara ne bi destê Heşda Şeibî de ye ku ev biryar bi destê fermandariya giştî ya hêzên Iraqê de ye û got, "Ji aliyê din ve nabe PKK bibe sedem ku hêzên tirk werin hundir Iraqê û jixwe em jî rê nadin ku hêzên tirk werin. Herwisa em rê nadin ku hêzeke din jî were û li vir dijayetiya Tirkiyeyê bike." Nûrî herwisa ji bo îhtimala êrîşên Tirkiyeyê bi ser Şingalê de jî got, "Ji bo demeke kin bijardeya me ya şer tune ye.Ev şer ne di berjewendiya me ne jî di ya Tirkiyeyê deye. Divê pirsgirêk bi riya siyasî û dîplomasiyê werin çareserkirin."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoyê destûr neda civîna Şingalê were lidarxistin
    Qeymeqamê Şingalê: PKK ji herêma Şingalê vekişiya
    Mattis li ser Efrîn, Şingalê û hebûna PKKê li wê derê axift
    Artêşa Iraqê hêzeke mezin şand Şingalê
    Etîketan:
    Serkirdeyê Heşda Şeibî, Kerîm Nûrî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de