14:58 22 Gulan 2018
    DAIŞ

    'Îdîaya têkçûna DAIŞê nerast e'

    © AP Photo / albaraka_news, File
    Iraq
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Iraqê yê bajarê Diyalayê Raîd Elmas di axaftina xwe de ragihand ku îdîaya dibêjin rêxistina terorîst hatiye şikandin nerast e.

    Parlamenterê Iraqê Raîd Elmas di hevpeyvîneke xwe ya televîzyonî de got: "Rêxistina terorîst a DAIŞê hê jî li Diyala û Hemrînê bi şêweyê ku talûkeyeke mezin çêbike heye û divê li hemberî van herêman operasyon were lidarxistin."

    Raîd Elmas di berdewamiya axaftina xwe de daxuyaniya Serokwezîr Heyder Ebadî ku gotibû DAIŞ li Iraqê têk çû nirxand û got: "Ev daxuyaniya Ebadî nerast e û hê jî rêxistina terorîst hinek herêmên Iraqê tehdîd dike."

    Elmas di dirêjiya axaftina xwe de got: "DAIŞ gelek caran li Diyala û Hemrînê êrişan pêk tîne û bi hawanan jî êrişî navenda bajêr dike. Ji bol i van herêman ev metirsî ji holê rabe divê operasyoneke leşkerî were kirin."

    Bi heman mijarî:

    ‘DAIŞ amadehiya dagirkirina bajarê Samarrayê dike'
    'DAIŞ dîsa xwe organîze dike'
    DAIŞ vîdeoya 4 leşkerên amerîkî yên ku li Nîjeryayê hatibûn kuştin parvekir
    Wezareta Navxweyî ya Iraqê hişyar kir: DAIŞ amadehiya dagirkirina Kerkûkê dike
    Netanyahu: Îstixbarata Îsraîlê nehişt ku DAIŞ balefira rêwiyan bixe
    Etîketan:
    DAIŞ, Parlamenterê Iraqê, Raîd Elmas, Çiyayê Hemrîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de